Osman İzol
Köşe Yazarı
Osman İzol
 

Îmtihana Demokratîkbûna Tirkîyeyê

Îmtihana Tirkiyeyê ew e ku gelo dikare Kurdan wek realîteya civakî û siyasî bi mafên wan nas bike û wan bike beşek ji pergala demokratîk an na. Ev îmtihan ne tenê ji bo Kurdan girîng e; encama wê dê ji bo hemû kom, nasname û baweriyên cuda yên di Tirkiyeyê de jî wateyek mezin hildigre.  Pêvajoya ku di şert û mercên nû de bi armanca afirandina hawîrdoreke bê tundî dest pê kiriye, ji bo Tirkiyeyê tenê mijareke siyasî nîne. Ev pêvajo dikare bibe qonaxek girîng di rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê de. Ji bo Kurdan ev pêvajo bi taybet û girîng e.  Di dîroka nêzîk de pirsgirêka nasname, ziman û mafên Kurdan wek di çarçoveya ewlehiyê de hatiye dîtin. Lê îro tekoşîna gelê Kurd ji alavên kontrolkirinê xwe rizgar kirîye û di rojeva hemû cîhanê de ye.  Ji ber vê yekê, gavên destpêkê divê bi nasîna esasên qanûnî  girêdayî bin. Ev nasîn ne tenê girêdayî meseleya peyvan, aborî hilbijartin û yek alîyekî ye. Dema ku nasnameyek bi qanûn û makezagonê tê parastin, ew dibe beşek ji pergala hemwelatîbûnê. Lê dema ku mafên wê nasnameyê tenê bi daxuyaniyên siyasî werin ziman, her gav dikarin werin paşxistin. Di serî de mijara nasîna Kurdan ( wek gelek bi hemû taybetîyên xwe) divê rojeva sereke ya povajoyê be.  Di nav mafên bingehîn ên Kurdan de zimanê dayikê xwedî cihekî taybet e. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne daxwazek sembolîk e. Ziman amûra ragihandinê tenê nîne; ew bîr’a civakî, çand, dîrok û hêmanê têkilîya nifşan e. Ji ber vê yekê, perwerdehiya bi zimanê dayikê divê ji bo gelê Kurd wek mafek bingehîn were dîtin. Ji xwe ez bawerim mijara me ya pêşerojê ya herî berfireh ewê di vê çarçoveyê de derkeve pêş me.  Ji bo vê, hemû kom, sazî û aliyên siyasî yên Kurd, her çiqas di navbera wan de cudahiyên fikir û stratejiyê hebin jî, divê têkiliyên xwe biparêzin û li ser berjewendiya gelê Kurd  pêvajoyê ji alîyê Kurdan de  xurttir bikin û tevbigerin.    Tirkîye ewê çawa di destpêkê de xwe û  dûre jî gelên dina îqne bike, ev îmtîhana wî ya herî girîng e. Çimkî di vî warî de rêxistina Kurd bi dengekî bilind daxwaza Demokratîkbûnê dike û di vê çarçoveyê de xwe ji çek û tundîyê vedikşîne.  Gelê Kurd ne komeke biçûk e ku mafên wan  were paşxistin û li ser wan dûm were dirêjkirin. Bi dîrok, ziman, çand û hejmareke mezin a nifûsê, gelê Kurd realîteyeke mezin a civakî ye. Ji ber vê yekê, pêvajoya îro nikare  daxwazên bingehîn ên Kurdan hêdî wek bi navkirina “kêmnetewe/hindikahî” ( azınlık) bikar bîne.  Di dawiyê de, pêvajoya destpêkirî divê ne tenê wekî qonaxek ji bo rawestandina tundiyê, lê wekî derfetek ji bo avakirina hawîrdoreke demokratîk were dîtin. Ger Tirkiye di mijara Kurdan de bikaribe li ser bingeha wekhevî, maf û qanûnê gavên rast bavêje, wê gavê baweriya civakê bi pergala demokratîk jî dikare xurtir bibe.  Ji bona girtî û tewanbaran, qeyûmên ku şaredarîyên kurdan işgal kirine, nûnerên pêvajoyê û bi taybetî şertên birêz Öcalan destpêka îmtîhana demokratîkbûna Tirkîyeyê ye.  Ji ber vê yekê, îmtihana Tirkiyeyê ne tenê ew e ku tundî bi dawî bibe; îmtihana bingehîn ew e ku gelo Tirkiye dikare Kurdan wek realîteya civakî û siyasî bi mafên wan nas bike û wan bike beşek ji pergala demokratîk an na?
Ekleme Tarihi: 12 Ekim 2026 -Pazartesi

Îmtihana Demokratîkbûna Tirkîyeyê

Îmtihana Tirkiyeyê ew e ku gelo dikare Kurdan wek realîteya civakî û siyasî bi mafên wan nas bike û wan bike beşek ji pergala demokratîk an na. Ev îmtihan ne tenê ji bo Kurdan girîng e; encama wê dê ji bo hemû kom, nasname û baweriyên cuda yên di Tirkiyeyê de jî wateyek mezin hildigre. 

Pêvajoya ku di şert û mercên nû de bi armanca afirandina hawîrdoreke bê tundî dest pê kiriye, ji bo Tirkiyeyê tenê mijareke siyasî nîne. Ev pêvajo dikare bibe qonaxek girîng di rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê de. Ji bo Kurdan ev pêvajo bi taybet û girîng e.  Di dîroka nêzîk de pirsgirêka nasname, ziman û mafên Kurdan wek di çarçoveya ewlehiyê de hatiye dîtin. Lê îro tekoşîna gelê Kurd ji alavên kontrolkirinê xwe rizgar kirîye û di rojeva hemû cîhanê de ye. 

Ji ber vê yekê, gavên destpêkê divê bi nasîna esasên qanûnî  girêdayî bin. Ev nasîn ne tenê girêdayî meseleya peyvan, aborî hilbijartin û yek alîyekî ye. Dema ku nasnameyek bi qanûn û makezagonê tê parastin, ew dibe beşek ji pergala hemwelatîbûnê. Lê dema ku mafên wê nasnameyê tenê bi daxuyaniyên siyasî werin ziman, her gav dikarin werin paşxistin. Di serî de mijara nasîna Kurdan ( wek gelek bi hemû taybetîyên xwe) divê rojeva sereke ya povajoyê be. 

Di nav mafên bingehîn ên Kurdan de zimanê dayikê xwedî cihekî taybet e. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne daxwazek sembolîk e. Ziman amûra ragihandinê tenê nîne; ew bîr’a civakî, çand, dîrok û hêmanê têkilîya nifşan e. Ji ber vê yekê, perwerdehiya bi zimanê dayikê divê ji bo gelê Kurd wek mafek bingehîn were dîtin. Ji xwe ez bawerim mijara me ya pêşerojê ya herî berfireh ewê di vê çarçoveyê de derkeve pêş me. 

Ji bo vê, hemû kom, sazî û aliyên siyasî yên Kurd, her çiqas di navbera wan de cudahiyên fikir û stratejiyê hebin jî, divê têkiliyên xwe biparêzin û li ser berjewendiya gelê Kurd  pêvajoyê ji alîyê Kurdan de  xurttir bikin û tevbigerin. 

 

Tirkîye ewê çawa di destpêkê de xwe û  dûre jî gelên dina îqne bike, ev îmtîhana wî ya herî girîng e. Çimkî di vî warî de rêxistina Kurd bi dengekî bilind daxwaza Demokratîkbûnê dike û di vê çarçoveyê de xwe ji çek û tundîyê vedikşîne. 

Gelê Kurd ne komeke biçûk e ku mafên wan  were paşxistin û li ser wan dûm were dirêjkirin. Bi dîrok, ziman, çand û hejmareke mezin a nifûsê, gelê Kurd realîteyeke mezin a civakî ye. Ji ber vê yekê, pêvajoya îro nikare  daxwazên bingehîn ên Kurdan hêdî wek bi navkirina “kêmnetewe/hindikahî” ( azınlık) bikar bîne. 

Di dawiyê de, pêvajoya destpêkirî divê ne tenê wekî qonaxek ji bo rawestandina tundiyê, lê wekî derfetek ji bo avakirina hawîrdoreke demokratîk were dîtin. Ger Tirkiye di mijara Kurdan de bikaribe li ser bingeha wekhevî, maf û qanûnê gavên rast bavêje, wê gavê baweriya civakê bi pergala demokratîk jî dikare xurtir bibe. 

Ji bona girtî û tewanbaran, qeyûmên ku şaredarîyên kurdan işgal kirine, nûnerên pêvajoyê û bi taybetî şertên birêz Öcalan destpêka îmtîhana demokratîkbûna Tirkîyeyê ye. 

Ji ber vê yekê, îmtihana Tirkiyeyê ne tenê ew e ku tundî bi dawî bibe; îmtihana bingehîn ew e ku gelo Tirkiye dikare Kurdan wek realîteya civakî û siyasî bi mafên wan nas bike û wan bike beşek ji pergala demokratîk an na?

Yazıya ifade bırak !
Okuyucu Yorumları (0)

Yorumunuz başarıyla alındı, inceleme ardından en kısa sürede yayına alınacaktır.

Yorum yazarak Topluluk Kuralları’nı kabul etmiş bulunuyor ve habersiverek.com sitesine yaptığınız yorumunuzla ilgili doğrudan veya dolaylı tüm sorumluluğu tek başınıza üstleniyorsunuz. Yazılan tüm yorumlardan site yönetimi hiçbir şekilde sorumlu tutulamaz.
Sitemizden en iyi şekilde faydalanabilmeniz için çerezler kullanılmaktadır, sitemizi kullanarak çerezleri kabul etmiş saylırsınız.