Nirxandinek Li Ser Ferqa Entegrasyonê û Entegrasyona Demokratîk
Nirxandinek Li Ser Ferqa Entegrasyonê û Entegrasyona Demokratîk
Nivîsa Osman izol
Doza gelê Kurd û têkoşîna ku heta îro daye, bi gelek awayan tê pênasekirin. Bi taybetî jî di meşandina têkoşînê de aştîxwaziya ku derketiye holê bûye mijara gelek tarîfan. Kurdan ji bo maf û edaletê serhildan kirine lê di heman demê de Kurd evîndarê azadîyê û aştîyê ne. Herga ku rê li ber aştîyê vebûye, gelê Kurd hemû derîyên xwe di heman demê de vekirî hiştine. Lewra Kurd alîgirê demokrasî û aştiyê ne, girêdayî vê jî xwestine jiyaneke azad û li ser bingeha edaletê serdest be.
Di vê çarçoveyê de ez dixwazim li ser du termên giring ên rojeva me bisekinim ku ew jî Entegrasyon û Entegrasyona Demokratîk in.
Guherîna rejîman, destguhertina aktorên Rojhilata Navîn, xwestekên hêzên navneteweyî û bandora wan li ser welatên herêmê, şert û mercên nû diafirînin. Yek ji encamên van guherînan jî rewşa gelê Kurd e. Di van şert û mercên nû de, realîteya siyasî û civakî ya gelê Kurd her ku diçe xurtir dibe û li seranserê Kurdistanê faktora Kurdan êdî ji aliyê herkesî vê tê qebûlkirin.
Li Bakurê Kurdistanê, di nav Tirkiyeyê de, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, herwiha ew têgihîştina ku pirsgirêkên Kurdan tenê bi rêya tundiyê û tevdîrên ewlehiyê tên çareserkirin cihê xwe ji rêyên aştiyane re hiştiye. Ji ber vê guherînê, Tirkiye mecbûr maye ku stratejiyeke nû bipêş bixe û dixwaze di Rojhilata Navîn de wek aktorek serekî bimîne. Wek di rabirdûyê de jî em dizanin dema Tirkiye ketiye tengasiyê, xwe bi gelê Kurd girtîye û dema ku pêşiya wê vebûye rû li Kurdan badaye. Lê îjar bixwaze nexwaze mecbûr e li hemberî Kurdan rast û durist be.
PKK, wek rêxistina ku nêzîkî 50 salî ye şer dike, gelek caran ev yeka anî bîra dewleta Tirk Lê dewletê tu caran dev ji helwesta xwe ya înkarê û nêzîkatiya ewlehiyê bernedida. Lêbelê îro şert û mercên nû derketine holê. Ji ber wê yekê muqayeseya serdeman karekî asayî ye lê divê em bizanibin ku rewş cuda ye.
Tecrûbeya pêvajoya 2013–2015an
Li Tirkiyê pêvajoya 2013–2015 ji bo dewletê û Kurdan derfeteke giring bû lê ew pêvajo li ser bingeheke hiqûqî nehatibû avakirin. Ji ber vê yekê, di navbera hikûmetê û aliyên Kurdan de bawerî kêm bû û pêvajo nikaribû li ser bingeheke hiqûqî bihata avakirin.
Îro wisa xuya dike ku ji pêvajoya berê tecrube hatine girtin û herdu alî gavên xwe bi awayekî baldar diavêjin. Îro Parlamento ketiye navenda pêvajoyê, lijneyek hat damezrandin û di navbera heyetên siyasî û Îmraliyê de danûstandin hatin domandin. Herwiha, çarçoveyeke qanûnî ya ji 12 xalan pêk tê hate çêkirin. Berdana çekan û bidawîbûna çalakiyên çekdarî jî bi qonaxên hiqûqî ve hatin girêdan.
Herçiqas ev 12 xal tenê li ser girtî û tawanbaran ava bûbe jî, pêngaveke erênî ye û dibe ku rê li ber derîyê mafên gelê Kurd veke.
Bêguman, barekî giran li ser milên aktorên sereke yên pêvajoya îroyîn e. Birêz Abdullah Öcalan di pêvajoya dawî de banga wê yekê kir ku siyaseta şer û çekan cihê xwe ji siyaseta demokratîk û civaka demokratîk re bihêle. Bahçelî bi bangên xwe yên destpêkê deriyê pêvajoyê vekir û bidawîbûna çalakiyên çekdarî û fesixkirina PKKê wek şertên sereke nîşan da. Erdoğan jî, wek serokê hêza îcrayê, berpirsiyariya pêkanîna aliyê siyasî û qanûnî yê pêvajoyê hilgirtiye. Ji hêla hemû alîyan her çiqwas li ser pêşxistina pêvajoyê girîng e her wusa parastina wê ji ya li hember provokasyonan girîng e.
Di encamê de, ev pêvajo bi taybetî di navbera du aliyên sereke de tê bipêşxistin: PKK û Komara Tirkiyeyê. Lê bandor û encamên vê pêvajoyê ji sînorên van herdu alîyan derbas dibe û rasterast gelê Kurd û gelê Tirka û hemû gelen din yên Tirkîyê eleqedar dike.
Ji bo pêvajo bi awayekî rast were fêmkirin, giring e ku were zanîn ka ew ji bo gelê Kurd û gelê Tirkan çawa tê ravekirin û pêşkêşkirin. Ji ber dîroka înkar, qedexekirina ziman û polîtîkayên asîmîlasyonê, peyva “entegrasyonê” ji bo gelek Kurdan dikare wekî êrişeke nûjen li ser nasname û mafên wan were fêmkirin. Jixwe ev yeka ji alîyê gelek kesan tê ser ziman.
Ravekirina naveroka pêvajoyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi gotinên wek “Tirkîyeya bêteror”, “entegrasyon” û “rehabilîtasyon” tên bikaranîn.
Ji alîyê rêxistinê ve jî, ji derveyî daxuyanîyên Tirkiyeyê, bi gotinên wek “civaka demokratîk” û “entegrasyona demokratîk” tê ravekirin. Ji ber vê yekê, cûdahiya di navbera entegrasyonê û entegrasyona demokratîk de ji hêla ew rêxistinê bi baldari tê nîqaşkirin lê ji alîyê dewletê ev yeka şêlo hatîye hiştin.
Entegrasyon çi ye?
Di zanistên civakî de, entegrasyon û entegrasyona demokratîk heman tişt nînin. Entegrasyon bi awayekî giştî tê wateya ku kesek an komek bikeve nav pergala civakî, siyasî û aborî ya heyî û beşdarî wê dibe.
Lê heke dewletek an saziyek ji komekê bixwaze ku ji bo beşdarbûna di pergala heyî de dev ji nasname, ziman û taybetmendiyên xwe berde, wê demê entegrasyon dikare bibe sedema asîmîlasyonê. Di vê rewşê de, beşdarbûn ne li ser bingeha wekheviyê, lê li ser bingeha teslîmbûnê pêk tê.
Entegrasyona demokratîk çi ye?
Entegrasyona demokratîk ji entegrasyona xurû cuda ye. Di vê modelê de, armanc ne ji holêrakirina taybetmendiyên nasnameyan e. Armanc ew e ku komên cuda, bi nasname, ziman û çanda xwe, di nav pergaleke hevpar a mafên wekhev de û di bin sîwana zagonên demokratîk de beşdar bibin.
Ji ber vê yekê, entegrasyona demokratîk divê li ser bingeha wekhevîya hemwelatîbûnê, parastina nasnameyê, azadiya ziman, mafên siyasî û qanûnî were avakirin. Di vê çarçoveyê de, beşdarbûna Kurdan ne bi wateya devjêberdana nasnameya wan e; berevajî vê yekê, wateya pejirandina wan wek kom û hemwelatiyên wekhev e.
Rêxistina Kurd ji vê cûdahiyê haydar e û bi hemû sazîyên xwe pêvajoyê wekî rêyeke ber bi civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk ve dinirxîne. Ew dixwaze gel di vê warî de baweriya xwe bi sazî û mekanîzmayên wan bînin.
Ji hêla rêxistina Kurd, cûdahiya di navbera entegrasyonê û entegrasyona demokratîk bi awayekî berfireh tê guftûgokirin û wek helwesteke jêneger a gelê Kurd tê dîtin. Li gorî rojên destpêkê, îro li bakurê Kurdistanê di nav piraniya gel de hêvî û bawerî di vê warî de gihîştiye asteke erênî.
Dive aliyê Kurd, ji hemû deman zêdetir bi awayeke jêhatî û profesyonel hêza xwe bide ser vê mijarê û berê Tirkîyeyê/Parlementoyê bide ser nasnameya Kurdan û pêşeroja pêgeha gelê Kurd bi makezagonê qewî bike.
Yorumunuz başarıyla alındı, inceleme ardından en kısa sürede yayına alınacaktır.